27 January 2026 - 08:14
Êrişa tîmsahan ser gel li başûrê Efrîqayê

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyên Navneteweyî yê Ehlebeyt (s.x)-ABNA-Piştî lehiyên berfireh li sê welatên Efrîqayê û awarebûna bi hezaran kesî, tîmsah li hin navçeyên Mûzambîkê bi derbasbûna nav bajarên bin avêketî êrişî ser xelkê kirin. Baranên guj û rabûna lehiyê li herêmên curbicur ên sê welatên Mûzambîk, Zîmbabwê û Efrîqaya başûrî li başûrê Efrîqayê li du heftiyên borî de gelek zirar bi dû xwe re hebûne.  

 Li Zîmbabwê herîkêm 70 kesan jiyana xwe ji dest dane û li Efrîqaya başûr û Mûzambîkê jî di rêzê de zêde ji 30 û 13 kesan jiyana xwe ji dest dane. 

 Hatiye ragehandin ku li hin bajaran li başûrê Mûzambîkê, tîmsah derbasî bajêr bûne û êrişî ser gel kirine û herîkêm sê kes hetanî niha hatine kuştin.

……….

Dawiya Peyam/

Your Comment

You are replying to: .
captcha